Keştiya duyem a Tirkiyeyê di Tengava Hurmizê re derbas bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand, piştî destpêkirina şerê Îranê di meha Sibatê de, keştiya wan a duyem ji Tengava Hurmizê derbas bû. Enqere niha bi Tehranê re di nav danûstandinan de ye, da ku destûra derbasbûnê ji bo 11 keştiyên din jî werbigire.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziya Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, îro 4ê Nîsanê li Enqarayê ji rojnamevanan re, hûrgiliyên rewşa keştiyên wan aşkere kirin. Uraloglu diyar kir ku bi giştî 14 keştiyên Tirkiyeyê di Tengava Hurmizê de asê mabûn.
Uraloglu got, sê ji van keştiyan ji ber karên hilberîna enerjiyê li wir mane û wan hîn daxwaza derketinê nekiriye. Ji bo keştiyên din, Enqere bi rayedarên Îranî re di nav peywendiyê de ye. Tê payîn ku Îran di demeke nêz de destûrê bide 11 keştiyên din ên tîcarî yên Tirkiyeyê ku ji tengavê derbas bibin.
Daneyên deryavaniyê nîşan didin ku roja 2ê Nîsanê, li gel keştiya Tirkiyeyê; sê keştiyên Omanî, keştiyeke barkêş a Fransî û keştiyeke Japonî jî di Tengava Hurmizê re derbas bûne. Ev yek siyaseta nû ya Îranê nîşan dide; Tehran piştî ku di dawiya meha Sibatê de tengav girtibû, niha rê dide wan keştiyan ku "peywendiya wan bi Amerîka û Îsraîlê re tune ye."
Tengava Hurmizê ji bo aboriya cîhanê xaleke krîtîk e, ji ber ku nêzîkî ji sedî 20 ji petrol û xaza siruştî ya cîhanê di vê rêrewa avî re tê veguhastin. Girtina tengavê ji aliyê Îranê ve wekî bersivek li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser binesaziya serbazî ya Tehranê hatibû destpêkirin.