Îsmaîl Qaanî: Çarenivîsa dawî ya hêzên Amerîkayê revîna ji navçeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Quds a Supaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî, bi daxuyaniyeke tund êrîşî hebûna Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn kir. Qaanî diyar kir, hêzên Amerîkayê li beramberî "hêzên berxwedanê" bêçare mane û ji navçeyê dikişin.
Îsmaîl Qaanî îro 4ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û bal kişand ser vekişîna keştiya firokehilgir a Amerîkayê "USS Gerald R. Ford" û êrîşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Qaanî di peyama xwe de got: "Trumpê tawanbar divê fermandarê keştiya 'Gerald Ford' jikar dûr bixe. Ji ber ku wî fermandarî ji tirsa mucahîdên palewan û gelê xweragir ê Yemenê, cesareta wê nekir ku di Tengava Bab Mandeb re derbas bibe."
Fermandarê Hêza Quds got ku, ev keştiya şer piştî ku du hefteyan di avên navçeyê de bi sergerdanî maye, di dawiyê de bi "çîrokeke çêkirî" ji Deryaya Sor û navçeyê reviyaye. Qaanî diyar kir, Amerîka hewl dide vekişîna xwe bi hincetên cuda veşêre, lê rastî ew e ku ew ji navçeyê direvin.
Di dawiya peyama xwe de, Îsmaîl Qaanî tekez kir ku tu paşeroj ji bo hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn nîne. Wî hêzên Amerîkayê wekî "terorîst" pênase kirin û got: "Aqûbeta hemû hêzên terorîst ên Amerîkayê, tenê revîna ji vê navçeyê ye."