Trump: Me balafirvanê xwe li nav axa Îranê rizgar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya platforma "Truth Social" peyamek belav kir û ragihand ku, hêzên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kariye yek ji "wêrektirîn operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê" di dîroka wî welatî de bikin û efserêkî pilebilind bi pileya Kolonel di nav axa Îranê de rizgar bikin.
Donald Trump di peyama xwe de got, "Hevwelatiyên min ên xweşevî, di çend saetên borî de artêşa Amerîkayê operasyoneke kêmwêne ji bo rizgarkirina yek ji efserên me yên birêz ku pileya wî Kolonel e kir. Ez gelek kêfxweş im ku ji we re rabigihînim ku ew niha biselamet e."
Li gorî gotina Trump, ev efser li deverên çiyayî yên asê yên Îranê û li "pişt xetên dijmin" bûye û ji aliyê hêzên neyar ve dihat şopandin, lê di bin çavdêriya 24 saetî ya fermandariya giştî û bi tevlîbûna bi dehan balafirên şer ên pêşkeftî, di operasyoneke hûr de hat vegerandin. Trump amaje bi wê yekê jî kir ku, hinek birînên efser hene lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e.
Trump eşkere jî kir ku, ev operasyona duyê ya serkeftî ye di nava du rojan de. Herwesa ragihand ku, duhî jî balafirvanekî din ê Amerîkayî hatiye rizgarkirin, lê ji ber parastina canê efserê duyê û serkeftina wê operasyonê, ew nûçe bi nehênî hiştibû.
Trump di pareke din a peyama xwe de tekezî li ser hêza leşkerî ya welatê xwe kir û got, "Bicihanîna van her du operasyonan bêyî ku yek serbazê Amerîkayî bê kuştin an birîndar bibe, careke din îsbat dike ku serwerî û serdestiya me ya asmanî ya temam li ser esmanê Îranê heye."
Navbirî di dawiya peyama xwe de jî daxwaz ji hemî Amerîkayiyan kir, çi Demokrat û çi Komarî, ku şanaziyê bi hêzên xwe yên çekdar bikin û got, "Me artêşa herî baş û pîşekar a cîhanê heye. Xudê Amerîka û serbazên me biparêze, Cejna Qiyameyê (Easter) li her kesî pîroz be."