Hesabên zêdetirî 100 kesatiyên Îranê hatin astengkirin û samanên wan hatin bindestkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Dozgeriya Giştî ya Îranê astengkirina hesabên zêdetir ji 100 kesatiyên diyar ên Îranê û bindestkirina serwet û saman, bi tohmeta piştgirîkirina "dijminan", ragihand.
Nivîsîngeha Dozgeriya Giştî ya Îranê îro (Yekşem, 5ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, ceza li ser zêdetir ji 100 kesatiyên diyar ên Îranî de sepandine. Herwesa ragihand ku, ew rêkar ji bindestkirina serwet û samanên wan kesan û astengkirina hesabên wan pêk tên.
Di wê daxuyaniyê de hatîye ku, ew lîste hejmareke lîstikvan, werzişvan, rêveber û rojnamevanan vedigire.
Behsa wê yekê jî hatiye kirin ku, di nav wan kesên ceza li ser wan hatine sepandin de, ew rojnamevan jî hene yên ku di torên "Israel International" û "Manoto"yê de kar dikin, bêyî ku zêdetir hûrgilî li ser navan an jî çawaniya tohmetan bên eşkerekirin.
Îranê li roja 9ê Adarê gef li wan welatiyên xwe kiribû yên ku li derveyî welat dijîn ku, eger ew "alîgirên dijminan bin, an piştgiriya wan bikin, an jî hevkariya wan bikin", dê mal û milkên wan li nav welat bên bindestkirin.