Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê: Di nava 500 weşanxaneyan de cihê Kurdî vala ma
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, 23emîn Pêşangeha Pirtûkan birêve diçe. Di vê pêşangeha ku zêdeyî 500 weşanxaneyan tê de cîh girtiye de jî ji bilî çend pirtûkên Kurdî tu weşanxaneyeke Kurdî nîne. Berpirsên weşanxaneyên din jî tune bûna weşanxaneyên Kurdî bi tercîhên politik û lêçûnên giran ve girê didin.
Li Enqereyê 23emîn Pêşangeha Pirtûkan birêve diçe ku zêdeyî 500 weşanxane her roj çalakiyên cûrbicûr yên wekî panêl, danasîn û îmzekirina pirtûkan li benda xwînerên xwe ne. Lê ligel ku sala borî Weşanxaneya Zehra û Weşanxaneya Nûbiharê wekî rengekî Kurdî di pêşangehê de cîh girtibûn îsal tu weşanxaneyek Kurdî jî nîne.
Ligel vê yekê berpirsên weşanxaneyên din jî ji rewşê û ji lêçûnan gazinc in ku dibêjin li gorî sala borî; kirîn jî eleqe jî kêmtir e.
Berpirsê Weşanxaneya Îş Bankasi: “Xwendevanên Enqereyê xwendevanên me yên herî bijare ne, lê hêvî û bendewariyên me li hev derneket. Êdî ji bo weşanxaneyên butik jî pir zor e ku van lêçûnan rakin. Loma gelek weşanxane ji ber lêçûnan, hinek jî ji ber ku van bihabûnan neheq dibînin û rexne dikin nayên."
Tevî ku weşanxaneyên Kurdî li qadê cîh negirtine jî, berhemên wekî Bîra Qederê û Hawara Dîcleyê, Mirina Kalekî Rind û çendek din yên Mehmed Uzun, Devrana Selahattîn Demîrtaş û pirtûkên Yaşar Kemal li ser standên weşanxaneyên Tirkî cih digirin ku hin ji wan pirtûkan di nava zimanekî din de, wekî şahidên çand û hunera Kurdî li ber çava ne.
Berpirsê Weşanxaneya SELê Salîh Ergun: “Her sal lêçûn zêde dibin û li şûna weşanxaneyan, nûner beşdar dibin Derbarê weşanxaneyên Kurdî de jî em dikarin bibêjin; bi salan re polîtîkayeke weşanê ya ku her diçe kêm dibe û her diçe ber bi navenda rastgir ve diçe tê meşandin. Loma jî; ji aliyê aborî û politîk ve tevlîbûna wan kêm dibe.”
Herwiha xwîner jî wekî weşanxaneyan ji bihayên pirtûkan gazinc in.
Xwîner Gozde Gul: “Weke hezkiriyeke pirtûkan helbet li vir em bi bihayên guncavtir pirtûkan peyda dikin, ew derfet heye. Lê hez dikim pirtûkxaneyekê ava bikim lê bihayên pirtûkan li gorî sala borî zêdetir bûne.”
Ev pêşangeha pirtûkan dê heta 12ê Nîsanê berdewam bike ku xwîner dikarin serdana wê bikin.