Trump: Egereke baş heye ku sibe peymana bidawîkirina şer were îmzekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, danûstandinên veşartî yên ligel Tehranê gihîştine qonaxeke pir krîtîk û çarenivîsaz. Trump diyar kir, ew hêvîdar e sibê peymana aştiyê were îmzekirin, lê hişyarî da ku di rewşa berevajî de, ew ê hemû binesaziya enerjiyê ya Îranê jinav bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 5ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ji bo "Fox News" aşkere kir, danûstandinên bi Tehranê re gihîştine asteke yêklaker. Trump got: "Egereke xurt heye ku sibê (Duşemê) peymana dawîhatina şer were îmzekirin."
Trump bal kişand ser hûrgiliyên proseyê û diyar kir, aliyê Îranî di destpêkê de xwestiye danûstandinan hefteyekê dereng bixe, lê wî bi tundî ev yek red kiriye û israr kiriye ku divê "niha yan sibe" bigihîjin encamê. Trump wekî nîşana niyaza Amerîkayê ragihand ku wî "lêborîna demkî" ji bo danûstandkarên Îranî derxistiye, da ku ew bikaribin bêyî tirs ji êrîşan, gotûbêjan bikin.
Serokê Amerîkayê peyameke tund ji Tehranê re şand û got, eger ev derfet ji dest biçe, ew ê dest bi plana "wêrankirina giştî" bike. Trump wiha axivî: "Ez li ser teqandina her tiştî û desteserkirina neftê difikirim. Eger danûstandin bi ser nekevin, Îranî dê bibînin ka dê çawa pirên wan ên stratejîk û westgehên wan ên elektrîkê li seranserê welat werin rûxandin."
Li gorî agahiyan, tîmeke dîplomatîk a bibandor bi serokatiya Steve Witkoff û Jared Kushner li pişt perdeyê kar li ser hûrgiliyên peymanê dikin. Washington dixwaze bi vê pêngavê nîşan bide ku ew ji bo aştiyeke bilez amade ne, lê di heman demê de amadekariyên wan ên ji bo lêdaneke wêranker a li ser "dilê aboriya Îranê" jî temam in.
Niha hemû cîhan li benda 24 saetên bê ye; dê diyar bibe ka dîplomasiya Trump dê şer rawestîne, yan navçe dê ber bi karesateke mezintir ve biçe.