Li parêzgeha Selahedînê 5 êrişên asmanî li baregehên Heşda Şeibî hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê di nava kêmtirî 24 saetan de, 5 caran baregehên leşkerî hatin bombebarankirin û di encamê de sivîl bûn qurbanî.

Jêderekî ewlehiyê ji parêzgeha Selahedînê îro 6ê Nîsanê ragihand, baregeheke hêzên Heşda Şeibî li derdora qezaya Xurmatûyê rastî êrişeke asmanî hatiye. Hat diyarkirin ku ev pêncemîn êriş e ku di nava 24 saetên dawî de li sînorê wê parêzgehê tê tomarkirin.

Li gorî wî jêderê ewlehiyê, firokeyên şer rasterast xaleke Heşda Şeibî li rojhilatê Selahedînê kirine armanc. Her çend heta niha derbarê ziyanên canî û madî de agahiyên fermî nehatibin parvekirin jî, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna li ser bûyerê kirine.

Rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Selahedînê di nava rojekê de bi giranî têk çû û ev êriş li pey hev pêk hatin:

1.    Baregeha Lîwaya 52 ya Heşda Şeibî.

2.    Baregeheke Heşda Şeibî ya li nahiyeya Sîniye ya ser bi qezaya Beîcî ve.

3.    Foca Çaran a Lîwaya 52 ya li Balafirgeha Leşkerî ya Helîwe.

4.    Baregeha Asmanî ya Beledê.

Mûşek li mala sivîlan ket: 5 birîndar

Têkildarî êrişa li ser Baregeha Asmanî ya Beledê, hat ragihandin ku mûşeka hatiye avêtin li gundê Albucêylî ya ser bi nahiyeya Yesribê, li maleke sivîlan ketiye. Di encamê de, 5 endamên heman malbatê birîndar bûn û ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin.