12 mîlyon Îraniyan amadebûna xwe bo berevanîkirina ji welatê xwe ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Îranê Eskender Mûminî ligel cîgirên wezaret, parêzgar û qaymeqaman, wekî endamên sereke yên Wezareta Navxwe, tevlî kampanyaya welatparêzî ya "canfedayî"yê bû.
Wezîrê Navxwe yê Îranê tevî pesndana pêşwaziya berfireh a welatiyan di vê kampanyayê de ragihand ku, di dema tenê 10 rojan de, zêdetir ji 12 mîlyon Îraniyan ji texên cuda cuda amadebûna xwe ji bo berevanîkirina ji welatê xwe û rûbirûbûna gefên Amerîka û Îsraîlê ragihandiye.
Mûmin tekez jî kir, "Em spasdarên fedakarî û dilgermiya gelê xwe ne; em amade ne ku ligel bi mîlyonan Îraniyên dilsoz rêzeke yekgirtî û berbesteke mukom li beramberî destdirêjkeran pêk bînin û şikestina dijminan misoger bikin."
Li gorî raporta ajansa "IRNA"yê, herwesa ligel gefên Amerîka û Îsraîlê li dijî perav, girav û sînorên Îranê, kampanyaya cemawerî ya "Canfedayî ji bo Îranê" bi armanca ragihandina amadebûna gel ji bo berevanîkirina ji welatê wan hatiye destpêkirin û her roj hejmara tevlîbûyîyan ber bi zêdebûnê ve diçe.
Ev jî di demekê e ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin û kurê wî Mucteba Xamineyî li cihê wî hat destnîşankirin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.