Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Me operasyoneke xeter di cergê Îranê de kir

Pete Hegseth
Pete Hegseth

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê ragihand ku, du balafirvanên wan di xeterê de bûn. Eşkere jî kir ku serbazên wan kariye bi rengekî serkeftî karên xwe bidawî bînin.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth îro (Duşem, 6ê Nîsana 2026ê) ragihand, "Me operasyoneke xeter di cergê Îranê de kir, her du balafirvan di xeterê de bûn lê serbazên me karî bi rengekî serkeftî karên xwe bidawî bînin."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê herwesa got, "Em serbazên xwe bi tenê nahêlin; hêzên Îranî hîn di nav şokê de ne û ji xwe dipirsin: 'Amerîkayiyan çawa karî vê operasyonê bikin?'"

Hegseth hişyariyeke xeter li ser dijwariya êrîşan da û got, "Îro mezintirîn qebareya êrîşan ji roja yekê ya şer heta niha tê kirin. Sibe? Heta dê ji îro jî zêdetir be." Ev wek amajeyekê tê dîtin ku, Waşintonê biryar daye berî bidawîhatina derfeta Trump (saet 22:00 ê roja Sêşemê), hemî pêgehên stratejîk ên Îranê wêran bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Yekşem, 05ê Nîsana 2026ê) li ser tora civakî ya "Truth Social"ê peyameke pir tund û wekî gefan arasteyî Îranê kir û ragihand, “Roja Sêşemê, 07ê Nîsana 2026ê, dê bibe roja westgehên elektrîkê û piran li hundirê Îranê û tu tiştek mîna wê rojê nabe.”

Serokê Amerîkayê daxwaz ji serkirdeyên Îranê jî kiriye ku Tengava Hurmizê vekin û tekez kiriye, "Eger na, hûn dê di dojexê de bijîn, tenê temaşe bikin."

Ev gefa tund a Trump di demekê de ye ku hevrikî û şerê di navbera Waşinton û Tehranê de gihîştiye qonaxeke pir xeter. Piştî destpêkirina şer û bilindbûna aloziyan, artêşa Îranê Tengava Hurmizê li ber hatinûçûna keştiyên bazirganî û petrolê girtiye, ku vê yekê jî bandoreke mezin li ser bazara enerjiyê ya cîhanê kiriye.

Hêzên Amerîkayê di çend hefteyên borî de hejmareke êrîşan kir ser dezgehên enerjiyê û jêrxaneya leşkerî ya Îranê, li beramberî wê yekê jî Tehranê gelek keştî û berjewendiyên Amerîkayê li deverê kirin armanc. Îsrara Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji bo rêgirtina li peydabûna qeyraneke mezin a aborî li cîhanê û dabînkirina ewlehiya hatinûçûna deryayî li Kendavê ye.