Supaya Pasdaran gefên tund li welatên cîran dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên a Îranê di peyameke bilez de hişyariyeke tund da welatên cîran û ragihand, êdî dawî li "sebra" wan hatiye û ew ê hemû berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê bikin armanc.
Supaya Pasdaran îro 7ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand, Amerîka û hevpeymanên wê bi salan e sûdê ji petrol û gaza navçeyê werdigirin. Lê vê carê Îran amade ye ku "jêrxan û hemû berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê" armanc bigire.
Supaya Pasdaran di peyama xwe ya ji bo welatên navçeyê de got: "Pêwîst e hevparên Amerîkayê yên li navçeyê bizanibin ku heta îro, me ji bo berjewendiya cîrantiyê û parastina aramiyê xwe ragirtiye û em bi sebir bûne. Lê belê, êdî em dawî li vê sebra xwe tînin û parastina me li ser ti kesî namîne."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Îran êdî tenê li ser armancên leşkerî û "tolhildanê" sekinî ye. Supaya Pasdaran tekez kir jî, ew ê êdî ti çavpoşî û tawîzan ji bo welatên hevkarên Amerîkayê nekin.