Pakistan: Vance, Witkoff û Kushner beşdarî danûstandinên bi Îranê re dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Mohsin Neqoyî ji bo gotûbêjkirina amadekariyên dawî yên danûstandinên çaverêkirî yên navbera Washington û Tehranê ku biryar e li Îslamabadê birêve biçin, pêşwazî li Berpirsa Karên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Pakistanê Natalie Baker kir.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Mohsin Neqoyî îro 9ê Nîsanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, ligel her du nûnerên taybet Steve Witkoff û Jared Kushner, wekî mêvanên taybet dê beşdarî wan danûstandinan bibin ku biryar e sibe li Pakistanê di navbera Amerîka û Îranê de bên encamdan.
Hat diyarkirin, di hevdîtinê de her du aliyan geşedanên li Rojhilata Navîn û amadekariyên teknîkî yên ji bo wê civîna astbilind a navbera Amerîka û Îranê nirxandin.
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê tekez kir, hikûmeta Pakistanê ji bo misogerkirina parastina tam a mêvanên biyanî, planeke ewlehiyê ya xurt û berfireh amade kiriye.