Spanya balyozxaneya xwe ya li Tehranê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares ji ajansa Reutersê re ragihand, ew ê di nava çend rojên pêş de balyozxaneya xwe ya li Tehranê, paytexta Îranê, ji nû ve vekin.

Wezîrê Derve yê Spanyayê diyar kir, ew hêvî dikin agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de demdirêj be û aştî û aramî vegere navçeyê. Biryara vekirina balyozxaneya wan a li Tehranê, piştî peymana agirbesta duhefteyî ya di navbera Washington û Tehranê de hat.

Ev di demekê de ye, duh Çarşemê 8ê Nîsanê Jose Manuel Albares li ser platforma Xê ragihandibû: "Divê Libnan jî bikeve nav wê agirbesta ku li Rojhilata Navîn di navbera Washington û Tehranê de hatiye destpêkirin." 

Albares herwiha da zanîn, wî bi hevtayê xwe yê Libnanî Yusif Recî re peywendiyeke telefonî encam daye û tê de piştgiriya Îspanyayê ya ji bo serweriya Libnanê dubare kiriye.

Albares herwiha tekez kir, Îspanya li dijî wan êrîşan e ku ji aliyê Hizbullaha Libnanê û Îsraîlê ve li ser Hêzên Parastina Aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) li Libnanê tên kirin û diyar kir ku ew piştgiriyeke tam didin peywira wan hêzan.