Bi gihîştina Serokwezîrê Brîtanyayê bo Siûdiyê re êrîşeke dronî hat têkbirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê tekezî li ser veguherandina agirbesta Rojhilata Navîn bo aştiyeke demdirêj dike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro 9ê Nîsanê di destpêka geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de, gihîşt Erebistana Siûdî û li gel Welîehdê wî welatî Mihemed bin Selman civiya.
Keir Starmer li Siûdiyê ragihand, pêkanîna agirbestê li Rojhilata Navîn, piştî demeke dirêj a şer, bûye sedema aramiyê; lewma divê kar bê kirin ku ev agirbest berdewam be û bibe aştiyeke demdirêj.
Hevdem ligel gihîştina Serokwezîrê Brîtanyayê bo Siûdiyê, Wezareta Berevaniyê ya wî welatî di daxuyaniyekê de diyar kir, ew rûbirûyî 9 dronan bûne ku ber bi axa wan ve hatibûn avêtin û ew xistine.
Berbangê roja Çarşemê 8ê Nîsana 2026an, saet ji 03:00an ve, agirbesteke dusalî ya 14 rojî di navbera Amerîka û Îranê de ket warê cîbicîkirinê. Biryar e roja Înê bi navbeynkariya Pakistanê, li Îslamabada paytext danûstandinên rasterat di navbera her du welatan de dest pê bikin, daku peymaneke aştiyê ya demdirêj îmze bikin.
Şerê navbera Amerîka û Îsraîlêji aliyekî û Îran û "Eniya Berxwedanê" li Îraq, Libnan û Yemenê ji aliyekî din, di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû û nêzîkî 40 rojan ajot. Ev şer bû sedema girtina Tengava Hurmizê bo dema pênc hefteyan û di encamê de qeyraneke aborî li navçeyê derket. Lê ragihandina vê agirbestê, rasterast bû sedema geşbûna borsayên cîhanê û daketina nirxê petrolê.