Îran: Tankerên petrolê yên di Hurmizê re derbas dibin dê bacê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Petrol û Gazê ya Îranê aşkere kir, di dema agirbesta li gel Amerîkayê de, Tehran ji bo her bermîlek petrolê ya ku di Tengava Hurmizê re derbas bibe, dolarek bacê werdigire. Hat ragihandin, her keştiyek destûrê negire û bacê nede, dê were armancgirtin.

Rojnameya Brîtanî "Financial Times" raporek derbarê peymana Amerîka û Îranê ya li ser Tengava Hurmizê belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin, Berdevkê Yekîtiya Hinardekarên Petrol û Gazê ya Îranê Hemîd Husênî destnîşan kiriye, Îranê biryar daye li beramberî derbasbûna her bermîlek petrolê di Tengava Hurmuzê re, dolarek bacê bistîne û ev drav dê bi awayekî elektronîk were dayîn.

Rojnameya Brîtanî herwiha zelal kir, Îran dê di dema agirbesta duhefteyî de vê pêngavê bicîh bîne û biryardar e ku berî derbasbûnê keştiyan kontrol bike û destûrê bide wan.

Li gorî raporê, piştî kontrolkirina keştiyan dê ji bo her bermîlekê dolarek were standin; her keştiyek ku vî pereyî nede, dê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve were armancgirtin.

Piştî zêdebûna alozî û rageşiyên li Rojhilata Navîn û ragihandina agirbesteke demkî ya duhefteyî di navbera Amerîka û Îranê de, Tehran rêkarên derbasbûna di Tengava Hurmuzê re tundtir dike.

Li gorî zanyariyên "Financial Times", Îran daxwaz dike ku ev bac bi diravên dîjîtal (wekî Bitcoin) were dayîn, daku xwe ji sizayên Amerîkayê û pergala çavdêriya darayî ya navdewletî rizgar bike.

Tengava Hurmizê ji bo veguhestina enerjiyê li cîhanê, yek ji rêyên deryayî yên herî girîng e. Pêştir ji ber girtina vê tengavê, nirxê petrolê li bazarên cîhanê bi awayekî berçav bilind bibû.

Niha bi sedan keştî li bendê ne ku destûra derbasbûnê werbigirin. Îran tekez dike, armanca wan ji van kontrolan, rêgirtina li veguhestina çekan e di dema agirbestê de.