Nêçîrvan Barzanî: Pêdivî ye hevahengiya hêzên hevpeymanan û Pêşmergeyan berdewam be

Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert
Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera Pêşmergeyan, artêşa Iraqê û hêzên Hevpeymanan de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 09ê Nîsana 2026ê) pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert kir.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di civînekê de bal kişand ser pêşhatên dawiyê yên ewlehiy yên deverê.

Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert herwesa tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkarîya di navbera Pêşmergeyan, artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ligel hêzên Hevpeymanan kir, bi taybetî di vê qonaxa hesas a deverê de ji bo parastina tenahiyê û rûbirûbûna qebxwaziyan.

Xeteriyên terorê, rûbirûbûna gefên DAIŞê û bandor û encamên şer li ser Iraq û deverê, ligel çend mijarên din ên ji bo her du aliyan girîng jî mijarên tewerekî din ê civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert de bûn.