Ferhad Etrûşî: Bêyî lihevkirina siyasî civîna parlamentoyê nayê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî bêgunehiya xwe ji bernameya rûniştina sibe, Şemiyê, ya Parlamentoya Iraqê, ku ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê hatîye terxankirin, diyar kir û got, “Bêyî lihevkirina niştimanî û siyasî, ew civîn nayê kirin.”
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro (În, 10ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiriye ku, posta Serokkomarê Iraqê sembola yekparçeyiya Iraqê û parêzerê destûrê ye, lewma nabe bêyî gihîştina bi lihevkirineke siyasî ya giştgir ku hemî alî tê de pişkdar bin, ew pêvajo derbaz bibe.
Ferhad Etrûşî arêşeyeke din a mezintir, ku girêdayî pêkanîna hikûmetê ye berçav kir û got: "Heta niha me li ser berbijarê Serokatiya Encûmena Wezîran li hev nekiriye, mafê me ye ku em bizanin kî ji bo wê postê tê berbijarkirin û divê raya me ya rasterast li ser wî kesatî hebe, ji ber ku posta herî girîng e di birêvebirina dewletê de."
Navbirî daxwaz ji hemî serkirde û aliyên siyasî jî kiriye ku, li şûna penabirina ji bo "siyaseta sepandina ketwarî", derfetê bidin danûstandinên cidî û têgihiştinê, da ku berbijarek ji bo Serokatiya Komarê bê diyarkirin ku razîbûneke niştimanî ya berfireh li ser be.
Herwesa biryar e ku sibe (Şemî, 11ê Nîsana 2026ê) saet 11:00ê berî nîvroyê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomar bicive.