Lûtkeya li Îslamabadê: Danûstandinên rasterst ên Îran û Amerîkayê dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 40 rojên şer û aloziyên giran, şandeyên astbilind ên Amerîka û Îranê li paytextê Pakistanê ji bo qonaxeke nû ya danûstandinên rastevîn rûbirû rûdinên.

Îro Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, li paytextê Pakistanê, Îslamabadê, qonaxeke nû û çarenivîsaz di peywendiyên Amerîka û Îranê de dest pê dike. Ev danûstandinên rastevîn piştî 40 rojên şer, gefên tund û ragihandina agirbestê tên encamdan.

Şandeyên her du welatan gihîştin Pakistanê

Şandeya Îranê ji tîmeke 70 kesî pêk tê, ku 26 ji wan endamên danûstandinkar û 23 jî rojnamevan in. Serokatiya şandeya Îranê Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf dike. Di şandeyê de Wezîrê Derve Ebbas Araqçî, Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî Elî Ekber Ehmedîyan û Parêzgarê Banka Navendî Ebdulnasir Himmetî cih digirin.

Ji aliyê Amerîkayê ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance serokatiya şandeyê dike. Her wiha Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û şêwirmendê berê yê Koşka Spî Jared Kushner jî di nava şandeya Amerîkî de ne.

Amadekariyên li Pakistanê û cihê civînê

Hikûmeta Pakistanê ji bo vê lûtkeyê tedbîrên ewlehiyê gihandine asta herî bilind û îro li welat wekî bêhnvedana fermî hatiye ragihandin. Berpirsên Pakistanî piştrast dikin ku civînên rasterast li Hotêl Serena ya li Îslamabadê birêve diçin.

Tê payîn ku ev danûstandinên rasterast li ser mijarên wekî agirbesta mayînde, vekirina Tengava Hurmizê û dosya atomî ya Îranê bin.

Trump: "Îran tenê bi xêra van danûstandinan sax e"

Beriya destpêkirina civînan, Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuaniyekê de diyar kir, Îranê hemû kartên xwe yên guvaştinê winda kirine û got: "Wiha diyar e ku Îranî nizanin ku ti kartên wan ên guvaştinê di destê wan de nemane, ji bilî sepandina bacên demkurt li ser rêrewên avî yên navdewletî."

Trump di dewama daxuyaniya xwe de gefek xwar û got: "Tenê sedema ku îro berpirsên Îranê di jiyanê de mane, vedigere bo van danûstandinan."