Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê: Em ji bo danûstandinên Amerîka û Îranê geşbîn in

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew hêvîdar in danûstandinên rasterast ên îro yên li Îslamabadê encameke baş bidin û welatê wan amade ye ji bo gerên nû jî bibe mazûvan.

Paytextê Pakistanê, Îslamabad, îro 11ê Nîsanê mêvandariya qonaxeke nû û çarenivîsaz a danûstandinên rasterast di navbera Amerîkayê û Îranê de dike. Ev civîn piştî 40 rojên şer û aloziyên giran û ragihandina agirbestê tê encamdan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Andarabî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev gera danûstandinan ji yên berê cudatir e. Her çend em niha nikaribin pêşbîniya rêkeftinekê bikin, lê em geşbîn in ku civîn dê encamên erênî bi xwe re bîne." Andarabî herwiha diyar kir, piştî bi dawîbûna civînê, ew ê wekî hikûmeta Pakistanê daxuyaniyeke fermî belav bikin.

Li ser pirsa "Gelo heke îro encamek dernekeve, dê Pakistan mêvandariya gerên din bike?" Andarabî got: "Em ji bo mêvandariya her gereke din amade ne, lê hîn ne diyar e ka dê gerên din hebin yan na."

Şandeya Îranê ku ji 70 kesan pêk tê, 26 endamên danûstandinkar û 23 rojnamevan, di bin serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf de ye. Wezîrê Derve Ebbas Araqçî, Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî Elî Ekber Ehmedîyan û Parêzgarê Banka Navendî Ebdulnasir Himmetî jî di şandeyê de cih digirin.

Ji aliyê Amerîkayê ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance serokatiya şandeyê dike. Nûnerê Taybet Steve Witkoff û şêwirmendê berê yê Koşka Spî Jared Kushner jî li ser maseya danûstandinan amade ne.

Civînên rasterast li lûtkeya bajarê Îslamabadê, li Hotêl Serena birêve diçin. Hikûmeta Pakistanê ji bo parastina ewlehiya şandeyan, hemû mêvanên din ji hotêlê derxistine û herêmeke 3 kîlometreyî li dora hotêlê wekî "herêma qedexe" ragihandiye.