Ji bo 38 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana tund û bahozê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 38 parêzgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji ber barana bihêz, ba û bahozê hişyariyeke lezgîn belav kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, pêleke nû ya baranê dest pê kiriye û dê piraniya herêmên Bakurê Kurdistanê bixe bin bandora xwe. Tê payîn ku ev baranbarîn li deverên bilind ên herêma Serhedê cihê xwe bide berfê. 

Keşnasiyê bi taybetî ji bo parêzgehên Erzirom, Agirî, Mûş, Bidlîs, Şirnex, Colemêrg, Êlih û Sêrtê hişyariya baraneke pir tund, ba û bahozê da. Ji welatiyên li van deveran hat daxwazkirin ku li hemberî lehiyê, girtina rêyan û herikîna avê bergiriyên pêwîst bigirin.

Ji bilî baran û bahozê, ji bo deverên çiyayî û bilind ên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê hat dayîn. 

Tê çaverêkirin ku ev pêla hewaya sar û baranê heta çend rojan li herêmê berdewam bike.