J.D. Vance: Danûstandinên ligel Îranê bêencam bi dawî hatin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance vê sibehê (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) bidawîhatina danûstandinên ligel Îranê bêyî gihîştina bi tu lihevkirinekê ragihand; herwesa şanda Amerîkayê jî ji paytexta Pakistanê ber bi Waşintonê ve bi rê ket.

Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance di konferanseke rojnamevanî de li Îslamabada paytexta Pakistanê ragihand: "Şandên Waşinton û Tehranê ji bo dema 21 saetan danûstandin kirin lê negihîştin lihevkirineke wesa ku cihê razîbûna her du aliyan be."

j. D. Vance amaje bi wê yekê jî kir ku, wan wek aliyê Amerîkayî baştirîn pêşniyar pêşkêşî aliyê Îranî kirine, lê red kir ku hûrgiliyên zêdetir ên naveroka pêşniyaran ji bo raya giştî eşkere bike.

Navbirî tekez jî kir ku Îranê biryar daye şertên Amerîkayê qebûl neke û got: "Dezgehên atomî yên Îranê hatine têkdan, lê aliyê Îranî soza rawestandina bernameya xwe ya atomî neda û me tu pabendiyeke piştrast li ser çekên atomî ji wan nebihîst."

Ji aliyekî din ve jî, medyayên fermî yên Îranê belav kiriye ku çavbirçîtiya Amerîkayê bûye rêgir ku her du alî bigihîjin lihevkirineke hevpar.

Çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê ragihand: "Tu planeke Îranê ji bo gera bê ya danûstandinan nîne." Herwiha tîma Amerîkayê tawanbar kir bi wê yekê ku tenê "ji bo terikandina maseya danûstandinan li hincetan geriyane" û amade nebûn ku asta daxwazên xwe kêm bikin.

Çavkaniyeke agahdar a Pakistanî ku çavdêriya civînan kiriye, "rewşa danûstandinan wekî tije alozî wesif kir." Li gorî gotina wê çavkaniyê, rewşa wan civînan di navbera "tundbûn û aramiyê de" bûye, heta ku li dawiyê şanda Amerîkayî bêyî lihevkirin dawî bi hevdîtinan anî û vegeriya Waşintonê.