Pêvajoya perwerde û xwendinê li Kurdistanê normal bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Xwendina li nav polan li hemî dibistan, zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê hat destpêkirin.

Pêvajoya xwendina li nav polan îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) li hemî dibistan, zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê hat destpêkirin, piştî ku ji ber xeter û gefên ewlehiyê ji bo demekê bi awayekî bûbû serxet (online).

Her du wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara îsal, ji ber zêdebûna êrîş û gefên li ser Herêma Kurdistanê, biryara rawestandina xwendina normal dabû û ew pêvajo ji bo awayê serxet (online) guhertibû.

Di wê demê de, dibistanên hikûmî ji bo dayîna dersan û erkên malê feyde ji platformên “E-wane” û “Qutabxanekem” û komên elektronîk wergirt. Herwesa kanalên perwerdeyê yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî li ser weşandina dersan ji bo hemî qonaxan berdewam bûn.

Zanîngeh û peymangehan jî ji 30ê Adarê ve sîstemên xwe yên serxet (online) ji bo berdewamiya pêvajoya xwendinê bi kar anîn. Dibistanên nehikûmî jî li gorî sîstema xwe ya taybet xwendina serxet dikir, bi vî rengî jî rê nehat dan ku pêvajoya perwerde û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê bê rawestandin.

Li gorî amaran, li Herêma Kurdistanê zêdetir ji milyonek û 700 hezar xwendekaran li qonaxên baxçeyê zarokan, bingehîn û amadeyî yên hikûmî û taybet pişkdar in, herwiha zêdetir ji 200 hezar xwendekaran li zanîngeh û peymangehên hikûmî û nehikûmî dixwînin. Nêzîkî 150 hezar mamosta û fermanberan jî serpereştî û birêvebirina vê pêvajoyê kir.