Pakistan ji Waşinton û Tehranê dixwaze pabendî agirbestê bin

Danûstandinên Îslamabadê bê lihevkirin bi dawî hatin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar daxwaz ji Amerîka û Îranê kir ku pabendî lihevkirina agirbestê bin, tevî ku danûstandinên di navbera wan de li Îslamabadê bi ser neketin û negihîştin tu lihevkirinekê.

Wezîrê Derve yê Pakistanê di daxuyaniyekê de ragihand: "Divê her du alî li ser pabendbûna xwe ya bi agirbestê berdewam bin." Tekez jî kir ku, Pakistan dê di rojên bê de li ser lîstina rola xwe de ji bo hêsankarî û hanandina danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam be.

Danûstandinên di navbera Tehran û Waşintonê de li Îslamabada paytexta Pakistanê bi rê ve çûn û serê sibeha îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) bêyî ku her du alî bigihîjin lihevkirinekê bi dawî hatin.

Di vî warî de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku, ew ligel Waşintonê li ser çend pirsan gihîştine hevfêmkirinekê, lê lihevkirina dawiyê nehatiye îmzekirin. Amaje jî da ku, peywendî û şêwirmendiyên wan ligel Pakistan û dostên din ji bo berdewamîdana bi bizavên dîplomatîk dê berdewam bin.

Ji aliyekî din ve jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ragihand ku, tu lihevkirinek ligel Îranê nehatiye kirin. Tekez jî kir ku, Waşinton ji xetên xwe yên sor paşve nakişe û niha "top di qada Tehranê de ye".

J. D. Vance di konferanseke rojnamevanî de piştî danûstandinan got: "Me ji bo dema 21 saetan li ser vê pirsê kar kir û me gelek danûstandinên cidî ligel Îraniyan hebûn. Nûçeya baş ew e ku me danûstandin kirin, lê nûçeya xirab ew e ku em negihîştin lihevkirinê. Bi baweriya min, ev ji bo Îranê gelek xirabtir e ji wê yekê ku ji bo Dewletên Yekbûyî xirab be."