Ewropa: Eger Tengava Hurmizê neyê vekirin balafirxaneyên me dê bê sotemenî bimînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Balafirxaneyên Ewropayê hişyariyê dide ku, eger di nava sê hefteyên bê de Tengava Hurmizê bi temamî neyê vekirin, balafirxaneyên wê parzemînê dê rûbirûyî qeyrana sotemeniya balafiran bibin.
Encûmena “ACI Europe”ê, ku nûnertiya balafirxaneyên Yekîtiya Ewropayê dike, ragihand ku yedeka sotemeniya balafiran ber bi nemanê ve diçe. Amaje bi wê yekê jî kir ku, bandora çalakiyên leşkerî li ser daxwazê zext xistiye ser dabînkirina sotemeniyê.
Di nameyekê de ku bi dest rojnameya “Financial Times”ê ketiye, wê rêxistinê hişyarî daye Komîsyarê Veguhastinê yê Yekîtiya Ewropayê Apostolos Tzitzikostas û di wê nameyê de hatiye: "Eger di nava sê hefteyên bê de hatin û çûn di nava Tengava Hurmizê de bi awayekî berçav û tena neyê destpêkirin, kêmiya sotemeniya balafiran li tevahiya Yekîtiya Ewropayê dê rû bide."
Herwiha hatiye diyarkirin ku, nêzîkbûna demsala havînê û geştiyariyê, ku aboriya gelek welatên Ewropayê bi wê ve girêdayî ye, nîgeranî zêdetir kirine.
Hinek welatên Asyayî mîna Viyetnamê dest bi karpêkirina sîstema "pişkê" ji bo parvekirina sotemeniya balafiran kirine, lê heta niha Ewropa tûşî kêmiyeke berbelav nebûye, tevî ku nirxê sotemeniyê du qat zêde bûye û kompaniyên balafirvaniyê hişyarî li ser hilweşandina geştan daye.
Li gorî ajansa “Argus Media”yê, roja Pêncşemê nirxê her toneke sotemeniya balafiran li bakurê rojavayê Ewropayê gihîşt 1573 dolaran, di demekê de ku berî serhildana şerê Îranê nirxê wê nêzîkî 750 dolaran bû.
Kompaniyên balafirvaniyê yên Ewropayê dibêjin ku, sotemeniya wan a pêdivî ji bo çend hefteyan heye lê dabînker nikarin garantiya gihandina sotemeniyê ji bo meha Gulanê bidin.
Ji aliyekî din ve, dawiya hefteya borî çar balafirxaneyên Îtalyayê ji ber lengbûna yek ji dabînkerên sereke hinek sînordarkirin ji bo sotemeniya balafiran danîn, tevî ku ew arêşe rasterast bi Tengava Hurmizê ve girêdayî nebû. Eşkere ku, Tengava Hurmizê rêya veguhastina nêzîkî 40% ya sotemeniya balafiran li cîhanê ye.