Desteya Weşana Îsraîlê: Agirbesta Amerîka û Îranê tê dirêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Weşana Îsraîlê eşkere kir ku, agirbesta Amerîka û Îranê tê dirêjkirin; ev yek jî ji bo dayîna derfeteke zêdetir e ji bo ku bigihîjin encamekê.
Desteya Weşana Îsraîlê li ser zarê çavkaniyeke bilind a wî welatî eşkere kiriye ku, gengaziyeke bihêz heye ji bo dirêjkirina agirbesta duhefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de, da ku derfeteke zêdetir bidin danûstandinan, belkî bi wê rêyê bigihîjin encamekê.
Wê çavkaniya Îsraîlî amaje bi wê yekê jî kiriye ku, eger Îran û Amerîka li ser pirsa uranyuma dewlemendkirî ya Îranê li hev bikin, wê demê lihevkirin li ser pirsên din jî giran nabe; ji ber ku uranyuma dewlemendkirî xala sereke ya duberekiyên di navbera her du aliyan de ye. Şanda Amerîkayê jî berî ku Pakistanê biterikîne reşnivîseke lihevkirinekê ji bo Îranê hêlaye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê J. D. Vance îro (Yekşem, 12ê Nîsana 2026ê) li Îslamabadê di konferanseke rojnamevanî de piştî danûstandinan got: "Şandên Waşinton û Îranê ji bo dema 21 saetan danûstandin kirin lê negihîştin lihevkirineke wesa ko her du alî li ser razî bibin.
J. D. Vance amaje bi wê yekê jî kir ku, wan wek aliyê Amerîkayî baştirîn pêşniyar pêşkêşî aliyê Îranî kirine, lê red kir ku hûrgiliyên zêdetir ên naveroka pêşniyaran ji bo raya giştî eşkere bike.
Navbirî tekez jî kir ku Îranê biryar daye şertên Amerîkayê qebûl neke û got: "Dezgehên atomî yên Îranê hatine têkdan, lê aliyê Îranî soza rawestandina bernameya xwe ya atomî neda û me tu pabendiyeke piştrast li ser çekên atomî ji wan nebihîst."
Ji aliyekî din ve jî, medyayên fermî yên Îranê belav kiriye ku çavbirçîtiya Amerîkayê bûye rêgir ku her du alî bigihîjin lihevkirineke hevpar.
Çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê ragihand: "Tu planeke Îranê ji bo gera bê ya danûstandinan nîne." Herwiha tîma Amerîkayê tawanbar kir bi wê yekê ku tenê "ji bo terikandina maseya danûstandinan li hincetan geriyane" û amade nebûn ku asta daxwazên xwe kêm bikin.
Çavkaniyeke agahdar a Pakistanî ku çavdêriya civînan kiriye, "rewşa danûstandinan wekî tije alozî wesif kir." Li gorî gotina wê çavkaniyê, rewşa wan civînan di navbera "tundbûn û aramiyê de" bûye, heta ku li dawiyê şanda Amerîkayî bêyî lihevkirin dawî bi hevdîtinan anî û vegeriya Waşintonê.