Yekîtiya Ewropayê daxwaza dîplomasiyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku şandeya Amerîkayê ragihand ku danûstandinên li Pakistanê bêyî rêkeftin bidawî bûne, Yekîtiya Ewropayê bang kir ku ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn, rêya dîplomasiyê were domandin.
Qonaxa nû ya danûstandinên navbera Amerîka û Îranê, ku li Îslamabada paytextê Pakistanê birêve diçû, bêyî gihîştina ti encaman bidawî bû. Li ser vê yekê, Yekîtiya Ewropayê (YE) bal kişand ser giringiya dîplomasiyê û hişyarî da ku divê hewildanên aştiyê neyên sekinandin.
Sibeha îro yekşemê, 12ê Nîsanê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di konferanseke rojnamevaniyê de li Îslamabadê ragihand, hevdîtinên wan ên bi şandeya Îranê re biser neketine. Vance got: "Şandeyên Washington û Tehranê 21 saetan danûstandin kirin, lê em negihîştin rêkeftineke wisa ku her du alî pê razî bin."
Vance herwiha destnîşan kir, wan wekî aliyê Amerîkî "pêşniyarên herî baş" pêşkêşî Tehranê kirine, lê wî nexwest hûrgiliyên van pêşniyaran ji raya giştî re aşkere bike. Piştî van daxuyaniyan, şandeya Amerîkayê paytextê Pakistanê bicih hişt û ber bi Washingtonê ve bi rê ket.
Li aliyê din, Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Anwar al-Aoun derbarê şikestina van danûstandinan de daxuyaniyek belav kir. Al-Aoun tekez kir ku ji bo çareserkirina şer û aloziyên li Rojhilata Navîn, dîplomasî amûra herî giring e.
Berdevkê YE’yê spasiya hikûmeta Pakistanê kir, ji bo hewildanên wan ên navbeynkariyê di navbera Amerîka û Îranê de. Al-Aoun herwiha anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê dê bi hemahengî li gel hevparên xwe yên Navdewletî, xebatên xwe bidomîne daku çareseriyeke guncayî ji bo krîza li navçeyê were dîtin.