Serokwezîrê Pakistanê: Danûstandinên Amerîka û Îranê bidawî nebûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ragihand, her çend hevdîtinên li Îslamabadê negihîştibin encameke dawî, lê diyalog hîn berdewam e û tenê ketiye rewşeke "asêmayî".
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf îro yekşemê 12ê Nîsanê di hevpeyvînekê ligel bernameya "Face the Nation" ya tora CBS ya Amerîkî de, derbarê danûstandinên navbera Washington û Tehranê de destnîşan kir, "danûstandin bi dawî nebûne, lê niha di rewşeke asêmayî de ne."
Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Pakistanê Ishaq Dar di daxuyaniyekê de tekez kir, welatê wî dê di rojên pêş de jî, ji bo hêsankirina pêwendî û diyaloga di navbera Îranê û Amerîkayê de kar bike. Dar herwiha bal kişand ser rola Fermandarê Artêşa Pakistanê General Asim Munir û diyar kir, Munir di gelek gerên danûstandinên hûr û avaker de ku sibeha yekşemê bi dawî bûn, roleke serekî ya navbeynkariyê lîst.
Her çend Pakistan geşbîn be jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, ku serokatiya şandeya welatê xwe dikir, ragihandibû ku ev gera danûstandinan bêyî rêkeftin bidawî bûye. Vance eşkere kiribû ku nakokiyên kûr, bi taybetî derbarê bernameya atomî ya Îranê de, hîn di navbera her du aliyan de berdewam dikin.
Ev hewildanên dîplomatîk ên Pakistanê piştî wê yekê tên, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke du hefteyî ragihand. Ev agirbest piştî çendîn hefteyên şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de pêk hat. Hikûmeta Îslamabadê niha hewl dide her du aliyan ber bi rêkeftineke dîplomatîk a berfireh û aştiyeke mayînde ve bikişîne.