Wezareta Darayî ya Îsraîlê: Lêçûna şerê li dijî Îranê zêdetirî 11 mîlyar dolar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî ya Îsraîlê ragihand, şerê 40 rojî yê li dijî Îranê zêdetirî 11 mîlyar dolar lê çûye û herî zêde para kerta berevaniyê hatiye zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Darayî ya Îsraîlê, operasyonên leşkerî yên 40 rojî yên bi piştgiriya Amerîkayê li dijî Îranê hatine kirin, lêçûneke giran a aborî li dû xwe hişt. Tê texmînkirin ku lêçûna giştî ya vî şerî gihiştiye 35 mîlyar şîkelî (nêzîkî 11,52 mîlyar dolar).

Ji lêçûna giştî, 22 mîlyar şîkel tenê ji bo kerta berevaniyê û operasyonên leşkerî hatine veqetandin. Wezaretê diyar kir, ev xercî berê li ser budceya sala 2026an hatine zêdekirin. Rayedaran hişyarî dan ku zêdebûna xerciyên hikûmetê û kêmbûna berhemanîna navxweyî, dê di paşerojeke nêz de bandoreke xerabtir li ser aboriya Îsraîlê bike.

Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich, pesnê xebatkarên wezareta xwe da û diyar kir, birêvebirina "berpirsiyarane" ya aboriyê di dema şer de faktoreke sereke ji bo serkeftinên leşkerî bûye. Smotrich karmendên xwe wekî "hevparên serkeftina li dijî Îranê" binav kir.

Hikûmeta Îsraîlê ji bo kerta sivîl û kompanyayên ku ji şer zirar dîtine jî budceyek veqetand:

- 12 mîlyar şîkel: Ji bo qerebokirina ziyanên rasterast ên mûşekan, piştgiriya kompanyayên ku dahata wan ketiye û qerebûkirina karmendên ku hatine neçarkirin derkevin destûra bêmûçe.

- 1 mîlyar şîkel: Ji bo xerciyên din ên sivîl, mîna birêvebirina rewşên awarte li nexweşxaneyan, dermankirina birîndaran û xerciyên Wezareta Karên Civakî yên bi şer re têkildar in.