Brîtanya li dijî biryara Trump a dorpêçkirina Hurmizê derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand, ew bi ti awayî piştgiriyê nadin biryara Amerîkayê ya ji bo dorpêçkirina Tengava Hurmizê û benderên Îranê.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, îro 13ê Nîsanê di hevpeyvîneke radyoyî de, nerazîbûna welatê xwe li beramberî stratejiya nû ya Amerîkayê nîşan da. Starmer destnîşan kir, dorpêçkirina Tengava Hurmizê dê bandoreke xerab li ser aboriya cîhanê bike.
Keir Starmer diyar kir, dorpêçkirina vê tengavê li dijî daxwaz û berjewendiyên wan e û got: "Tenê bi vekirina Tengava Hurmizê, em dikarin nirxê enerjiyê daxînin û rewşa jiyana xelkê baştir bikin. Em piştgiriyê nadin ti pêngaveke ku çûnûhatina deryayî li vê navçeyê asteng bike."
Li ser pirsa "Gelo ev gava Trump tolhildanek e li dijî London û Brukselê, ji ber ku piştgiriya Amerîkayê nekirine?", Starmer got: "Ya herî giring ew e ku em civaka navdewletî li ser vê dozê bînin cem hev, daku girjî kêm bibin û Tengava Hurmizê cardin were vekirin."
Dorpêça Trump îro dest pê dike
Ev helwesta Brîtanyayê piştî wê yekê hat, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew ê dorpêçeke deryayî deynin ser hemû keştiyên ku diçin benderên Îranê an jê derdikevin. Li gorî biryara Trump, dorpêç îro saet 17:00an (bi dema Hewlêrê) bi fermî dest pê dike.
Yekser piştî gefên Trump û destpêkirina dorpêçê, bazarên enerjiyê hejiyan. Nirxê petrola xam a Brent bi rêjeya %7.05 bilind bû û derket ser 101.91 dolarî.