Rûsya: Eger tengava Hurmizê bê girtin 45 mîlyon kesên din dê bi birçîbûnê re rûbirû bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişê ya Rûsyayê derbarê bandora krîza Rojhilata Navîn li ser ewlehiya xurekê ya cîhanê hişyariyeke tund belav kir û ragihand, girtina Tengava Hurmizê dê bibe sedema karesateke mirovî.

Cîgirê Sekreterê Encûmena Asayişê ya Rûsyayê Alexander Maslinikov derbarê metirsiyên li ser dabînkirina xurekê li cîhanê daxuyaniyek da. Maslinikov destnîşan kir, zêdebûna lêçûnên veguhastina deryayî û nezelaliya li navçeyê, rasterast bandoreke xerab li ser berhemanîn û bazirganiya çandiniyê dike.

Maslinikov hişyarî da, heke Tengava Hurmizê sê meh an jî zêdetir girtî bimîne, welatên navçeyê dê bi kêmasiyeke giran a xurekê re rûbirû bimînin. Li gorî raporên Rûsyayê, berdewamiya vê krîzê dê bibe sedem ku 45 mîlyon kesên din li cîhanê bikevin nav bazna birçîbûnê. Bi vê yekê re hejmara kesên ku li cîhanê bi destê birçîbûnê dinalînin, dê bigihîje 673 mîlyonî, ku ev wekî rekoreke metirsîdar tê binavkirin.

Cîgirê Sekreterê Encûmena Asayişê bal kişand ser rola Rûsyayê û got, welatê wî xwedî şiyaneke mezin e daku hinardekirina xurekê bo welatên Rojhilata Navîn, Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn zêde bike. Lê belê wî hişyarî da ku "hêzên têkder ên derve" hewl didin bi awayekî "destkird" ewlehiya xurekan a navxwe ya Rûsyayê têk bidin, daku ziyanê bigihînin aboriya wan.