Fransa û Brîtanya "Hêzeke Navdewletî" ji bo parastina Hurmizê pêk tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, ew bi hevkariya Brîtanyayê di demên pêş de konferansekê lidar dixin, daku hêzeke navdewletî ji bo parastina trafîka deryayî li Tengava Hurmizê ava bikin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 13ê Nîsanê di peyameke li ser tora civakî "X"ê de, destpêşxeriya nû ya welatê xwe û Brîtanyayê ji bo çareserkirina krîza li Tengava Hurmizê aşkere kir. Macron diyar kir, armanca wan a sereke vegerandina "azadiya deryavaniyê" li vê navçeya stratejîk ye.

Macron destnîşan kir, konferansa navdewletî dê wan welatan bîne cem hev ên ku amade ne beşdarî erkekî pirneteweyî ya aştîxwaz bibin. Serokê Fransayê tekez kir, ev hêza navdewletî dê tenê xwedî erkê "parastinê" be û dê bi temamî ji aliyên di nav şer de (Amerîka û Îran) serbixwe û cuda be. 

Macron herwiha got: "Ev şandeya navdewletî dê amade be ku were bicihkirin, gava ku şert û mercên navçeyê rê bide."

Serokê Fransayê daxwaz kir ku divê hewlên ji bo gihîştina bi çareseriyeke dîplomatîk a bilez û mayînde neyên sistkirin û got: "Pêdiviya me bi rêkeftineke bi hêz heye ku çarçoveyeke ewle ji bo her kesî peyda bike, daku gelên navçeyê di nav aştî û aramiyê de bijîn."

Ev destpêşxeriya Fransa û Brîtanyayê di demekê de tê, gefên ji bo girtina Tengava Hurmizê û dorpêçên deryayî, metirsiyeke mezin li ser bazirganiya cîhanê û bazara enerjiyê çêkiriye.