Akrê: Zêdetirî 42 hezar kes ji projeya Ronakî sûdmend dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê, projeya dabînkirina elektrîka 24 saetî ya nîştimanî bi fermî ket warê cîbicîkirinê. Rêveberiya Elektrîkê ya Akrê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji destpêka vê mehê ve ev sîstem li hemû navçeyan çalak bûye.
Li gorî zanyariyan, navenda bajarê Akrê, her sê nahiyên Bicîl, Dînarte û Girdasên li gel hemû gundên derdora wan ketine nav sîstema elektrîka 24 saetî. Hat ragihand, heta niha hejmara beşdarên (abone) sûdmend, gihîştiye 42 hezar û 205 kesan.
Bi destpêkirina elektrîka nîştimanî ya domdar re, 180 jeneratorên ehlî yên li sînorê Akrê hatin sekinandin. Rayedaran destnîşan kir, ev yek dê bandoreke pir erênî li ser paqijiya hewayê û parastina jîngeha herêmê bike, ji ber ku dûman û dengê jeneratoran êdî namîne.
Rêveberiyê ji bo hêsankariya zêdetir ji welatiyan re ragihand ku dê di sê mehên destpêkê yên projeyê de daxistin li ser xerckirina elektrîkê were kirin. Di meha yekem de %50, di meha duyem de %25 û di meha sêyem de jî: %15.
Ev pêngav wekî beşek ji projeya "Ronakî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê meşandin. Projeya Ronakî bi armanca dabînkirina elektrîka 24 saetî, kêmkirina girêdayîbûna bi jeneratorên ehlî û rêkxistina xerckirinê bi rêya "pîverên zîrek" hat destpêkirin.
Ev proje berê li hinek taxên Hewlêr û Silêmaniyê hatibû cibicîkirin û niha li bajarên din tê berfirehkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku heta dawiya vê sale, hemû welatî ji vê xizmetguzariyê sûdmend bibin.