Amerîka: Em kontrola deryayî li ser Kendava Omanê û Deryaya Erebî disepînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayê bi noteke fermî ji bo deryavanan ragihand, wan kontrola deryayî li ser Kendavê Omanê û Deryaya Erebî ferz kiriye û dê rê li her keştiyekê bigirin ku bixwaze di van avan re derbas bibe.
Artêşa Amerîkayê îro 13ê Nîsanê hişyariyeke lezgîn da deryavanan. Fermandariya Amerîkayê eşkere kir, ji bo parastina berjewendiyên xwe û zêdekirina guşara li ser Tehranê, wan dest bi cîbicîkirina kontrola deryayî li ser Kendavê Omanê û Deryaya Erebî kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê dê rê li ber her keştiyekê bigirin ku bixwaze bikeve nav herêma dorpêçkirî yan jî jê derkeve. Fermandariyê herwiha destnîşan kir ku ji bo tespîtkirina kelûpelên qaçax, "keştiyên bêalî" yên welatên din jî dibe ku bi hûrî werin kontrolkirin û lêgerîn di nav wan de were kirin.
Artêşa Amerîkayê diyar kir, di çarçoveya vê dorpêçê de, tenê rê dide derbasbûna barên alîkariya mirovî, lê ew jî bi şertê kontrolkirina ji aliyê hêzên wan ve. Hat ragihandin ku deryavanên li avên derveyî Tengava Hurmizê bi hûrgulî hatine agahdar kirin, daku bi biryarên nû re rûbirû nebin.
Tengava Hurmizê û Kendavê Omanê wekî dergehên herî stratejîk ên cîhanê ji bo veguhestina enerjî û bazirganiyê têne qebûlkirin. Rojanê nêzîkî %20ê petrola cîhanê di vê navçeyê re derbas dibe.
Ev pêngava Amerîkayê piştî wê yekê hat ku danûstandinên agirbestê yên li Pakistanê bê encam man. Ev binbesta dîplomatîk bû sedem ku aloziyên li navçeyê derbasî qonaxeke nû ya leşkerî bibin.
Li aliyê din, rayedarên Îranê bi tundî li dijî vê biryarê derketin. Berpirsên Tehranê ev pêngava Amerîkayê wekî "çetiya deryayî" û binpêkirina yasa û rêzikên navdewletî binav kirin. Îranê hişyarî da ku heke rê li ber keştiyên wan were girtin, ew ê bi tundî bersivê bidin.