Guterres bang li Amerîka û Îranê kir: Vegerin ser maseya danûstandinan
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres bang li Amerîka û Îranê kir ku vegerin ser maseya danûstandinan û ji bo bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn hewleke cidî bidin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, derbarê rageşiya zêde ya di navbera Washington û Tehranê de peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" belav kir. Guterres di peyama xwe de destnîşan kir, piştî hefteyên tije wêranî û êş, êdî bi zelalî diyar bûye ku "ji bo nakokiyên niha yên li Rojhilata Navîn ti çareseriyeke leşkerî tune ye."
Guterres daxwaz kir ku ew agirbesta du hefteyî yak u niha heye, berdewam bike û were parastin, herwiha bang li aliyan kir jî, dawî li hemû cureyên binpêkirinan bînin.
Sekreterê Giştî yê NY herwiha bal kişand ser girîngiya ewlehiya deryayî û daxwaz kir ku aliyên nakok li gorî qanûnên navneteweyî rêzê li azadiya çûnûhatina deryayî bigirin, bi taybetî di Tengava Hurmizê de.
Ev banga Guterres di demekê de tê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan ji êvara roja Duşemê ve dorpêçeke deryayî li ser Tengava Hurmizê sepandine. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, çûnûhatina keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin an jî ji wir tên, tê sînordarkirin, lê ji bo keştiyên din rê vekirî ye.
Hevdem, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku heke pêwîst bike ew ê operasyonên leşkerî li dijî keştiyên Îranê pêk bînin. Li aliyê din, Tehranê ev biryara Washingtonê wekî "derqanûnî" binav kir û bi tundî şermezar kir.