Sûdanî: Enfal sûcekî nijadperest bû li dijî gelê Kurd
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek weşand û ragihand, ew van sûcan bi xemgîniyeke kûr û êşeke mezin bibîr tînin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Nîsanê, bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên "Enfalê"peyamek li hejmara xwe ya tora civakî "X" de belav kir.
Sûdanî got: "Îro em 38emîn salvegera wan sûcên nijadperest bi bîr tînin ku ji aliyê rejîma dîktator a hilweşiyayî û bandên wê yên tawankar ve, di çarçoveya operasyonên durbane yên Enfalê de li dijî rûmet û canê gelê me yê Kurd hatin kirin."
Serokwezîrê Iraqê her wiha destnîşan kir ku beriya zêdetirî sê dehsalan, gelê Kurd ê aştîxwaz li bajar û gundan bi hovtirîn şêweyên kuştin û êşkenceyê re rû bi rû maye; kiryarên ku hemû nirxên mirovî, exlaqî û qanûnî binpê kirine.
Di beşeke din a peyama xwe de, Mihemed Şiya Sûdanî bal kişand ser girîngiya yekrêziya niha ya Iraqê û got: "Îro em bi yekrêziya welatê xwe û biratiya pêkhate û neteweyên cihêreng serbilind in. Di çarçoveya sîstemeke demokratîk û destûrî de, hemû Iraqî bi rûmet û azadî, bêyî ti cudahî di nava wekheviyê de dijîn."
Her sal di salvegera Enfalê de, li Iraq û Herêma Kurdistanê daxwazên ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyan û naskirina van sûcan wekî jenosîd di asta navneteweyî de tên dubarekirin.