Libnan: Ji ber êrîşên Îsraîlê 6 nexweşxane bi temamî hatine girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê ragihand, tevî agirbesta li navçeyê, Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Libnanê ranawestandine û bi taybetî sivîl û tîmên bijîşkî dike armanc.
Berpirsê Ofîsa Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Dr. Reza Mûsewî îro 14ê Nîsanê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê amarên dawî yên şerê li welatê xwe eşkere kirin. Mûsewî diyar kir, ji destpêka şerê bi Îranê re (ji 28ê Tebaxa borî ve), di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê de li Libnanê 2089 kes hatine kuştin û 6762 kes jî birîndar bûne.
Li gorî amarên ku Dr. Reza Mûsewî parve kirine, dabeşbûna qurbaniyan wiha ye: 1671 mêr hatine kuştin û 4982 birîndar bûne, di nav jinan de 252 kuştî û 1132 birîndar hene, herwiha 166 zarok hatine kuştin û 648 zarok jî birîndar bûne.
Êrîşên li ser kerta tenduristiyê
Mûsewî destnîşan kir, Îsraîl bi zanebûn tîmên bijîşkî û hawarhatinê dike armanc. Ziyanên li ser kerta tenduristiyê ya Libnanê wiha hatin rêzkirin:
- 88 xebatkarên tenduristiyê hatine kuştin û 195 birîndar bûne.
- 116 êrîş birine ser komên hawarhatinê.
- 25 navendên bijîşkî hatine lêdan.
- 101 ambûlans hatine armancgirtin û ziyan dîtine.
- 6 nexweşxane bi temamî hatine girtin.
"Agirbestê êrîş ranawestandine"
Berpirsê Libnanî diyar kir, piştî ragihandina agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de, êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê nehatine rawestandin, berevajî vê yekê hîn berfirehtir bûne. Mûsewî wekî mînak got: "Tenê roja çarşema borî, 8ê Nîsana 2026an, zêdetirî 100 êrîşên asmanî birine ser Libnanê û di encamê de nêzîkî 400 kes hatin kuştin."
Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Reza Mûsewî tekez kir ku tîmên wan ên bijîşkî tevî hemû metrsiyan dê li ser karên xwe berdewam bin û got: "Peyama dijmin peyameke tawanbarî ye û ev ne tiştekî nû ye; em Îsraîlê pir baş dinasin."