YNK posta Parêzgarê Kerkûkê dide Bereya Turkmenî
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyên ku ji jêderekî agahdar gihîştine Kurdistan24ê, di çarçoveya proseya hilbijartina Serokkomarê Iraqê û wê lihevkirina siyasî ya di navbera Bafil Talebanî, Mihemed Helbûsî, Qeys Xezelî û Reyan Kildanî de, biryar hatiye dayîn ku posta parêzgarê Kerkûkê di berjewendiya pêkhateyên Turkmen û Sunne de were guhertin.
Naveroka lihevkirinê nîşan dide ku li beramberî dengdana ji bo "Nîzar Amêdî" wekî Serokkomarê Iraqê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) tawîz ji posta parêzgarê Kerkûkê daye. Ev gava ku bi navbeynkariya Mihemed Helbûsî hatiye avêtin, armanc dike ku YNKê nêzîkî Tirkiyeyê bike; li hemberî vê jî her du endamên Turkmen ên parlamentoyê dengê xwe dane namzedê YNKê yê ji bo Serokkomariyê.
Wî jêderî aşkere kir, YNKê li beramberî destberdana ji posta parêzgar, daxwaza postên cîgirê parêzgar, fermandarê polîsên Kerkûkê û qeymeqamiya qezayên Dubiz û Daqûqê kiriye. Di vê çarçoveyê de, Bafil Talebanî li Bexdayê bi serokê Bereya Turkmen Mihemed Seman re civiya ye, da ku mekanîzmaya cîbicîkirina lihevkirinê gotûbêj bikin.
Biryar e di meha Hezîrana îsal de, lihevkirin bikeve warê cibicîkirinê; bi awayekî ku posta parêzgar ji bo dema 7 mehan radestî Turkmenan were kirin û piştî wê jî heta dema hilbijartinên encûmena parêzgehan, bidin Erebên Sunne.
Eşkerebûna naveroka vê lihevkirinê. pêleke nerazîbûn û hêrsê di nav aliyên Kurdî û herwiha di navxweya YNKê de dirust kiriye. Neyarên vê lihevkirinê di wê baweriyê de ne ku ev şikestineke mezin e ji bo Kurdan li Kerkûkê; di demekê de ku berê û piştî lihevkirina "Hotel Reşîd", YNKê bi tundî radestkirina posta parêzgar bo her aliyekî din red dikir.