Li Sêweregê kesekî êrîşî dibistanê kir: 2 kuştî û 15 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sêwerega Ruhayê, xortekî 19 salî bi tifinga nêçîrê êrîşî dibistanekê kir. Di êrîşê de mamosteyek hat kuştin û 15 kes birîndar bûn. Herwha êrîşkar piştî destêwerdana hêzên ewlekariyê, dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, li navçeya Sêweregê ya parêzgeha Ruhayê, xortekî 19 salî yê ku xwendekarê berê yê dibistanê ye, bi tifinga nêçîrê, êrîş bir ser dibistana xwe ya kevin.

Di encama vê êrîşa çekdarî de, mamosteyek hat kuştin û 15 kes birîndar bûn. Hat aşkerekirin ku di nav birîndaran de 10 xwendekar, 3 mamoste, karmendekî polîs û xebatkarekî dibistanê hene. 

Piştî agahdarkirinê, hejmareke mezin a tîmên tenduristiyê û hêzên ewlekariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hate ragihandin ku dema hêzên ewlekariyê gihîştin dibistanê û mudaxaleyî bûyerê kirin, êrîşkarê 19 salî bi heman çekê gule berda xwe û dawî li jiyana xwe anî.

Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên derdorê hatin rakirin û hat zanîn ku dermankirina wan berdewam dike. Derbarê sedema êrîşê û hûrgiliyên bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.