Ebûdî: Zeydî serdana Kuweyt û Behreynê dike

Heyder Ebûdî
Heyder Ebûdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî di qonaxa bê de serdana Kuweyt û Behreynê dike, eşkere jî kir ku Bexda ber bi lihevkirinê ligel hevpeymaniyeke navdewletî bi serokatiya kompaniya “Chevron”ê ve diçe, bo rakêşana boriya petrolê ber bi benderê Banyasê yê Sûriyeyê ve wek cîgirekê bo Tengava Hurmizê.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, di çavpêkeftinekê de ligel Kenala Nûçeyan a Îraqî amaje bi hejmareka serdanên pêşî yên Zeydî bo welatên Amerîka, Tirkiye, Îran, Qeter, Fransa, Almanya, Urdin û li dawiyê jî Sûriyeyê kir.

Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Îraqê ragihand: "Ev tevger di çarçoveya dîtina hikûmetê de ne, ji bo vekirina dergehan li ber cîranan û welatên bibandor bi merema peydakirina berjewendiyên bilind."

Ebûdî tekez kir ku tevgerên dîplomatîk bi awayekî bingehîn balê bikişîne ser aliyê aborî, bi taybetî piştî wan encam û aloziyên ku ji ber rewşa Tengava Hurmizê hatine holê. 

Navbirî herwesa got: "Divê Îraq bo hinardekirina petrola xwe tenê pişta xwe bi yek rêya stratejîk germ neke; loma hikûmet li ser dubare rêkxistina peywendiyan kar dike, bo dîtina dergehên cîgir daku berdewamî û aramiya dahatên petrolî bêne misogerkirin."

Berdevkê Hikûmeta Îraqê serdana Serokwezîr bo Şamê wekî westgeheke aborî ya girîng wesf kir, ku tirsa gelek mehan a di navbera her du welatan de verevand û eşkere kir ku qebareya lihevguhertina bazirganî ya di navbera wan de ji 250 mîlyon dolaran derbaz bûye. 

Ebûdî eşkere jî kir ku Îraq ber bi lihevkirinê ligel hevpeymaniyeke navdewletî bi serokatiya kompaniya “Chevron”ê ve diçe, bo rakêşana boriyeke hinardekirina petrolê di nav axa Sûriyeyê re ber bi benderê Banyasê li ser Deryaya Navîn, daku bibe dergehekî nû bo gehandina petrola Îraqê bo bazarên cîhanê.

Di pareka din daxuyaniya xwe de, Ebûdî behsa wê yekê kir ku Serokwezîrê Îraqê li van nêzîkan serdana her yek ji welatên Kuweyt û Behreynê dike, li kêleka hejmareke wan welatên ku ligel Bexdayê xwedî berjewendî û hevpariyên stratejî ne, bi merema berfirehkirina alîkariyan bi awayekî ku xizmeta gelê Îraqê û ewlehiya deverê bi giştî bike.