Li kenarên Omanê êrîş li ser keştiyeke barhilgir hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand, keştiyeke barhilgir a konteyniran li beravên Omanê û li nêzî Tengava Hurmizê rastî êrîşekê hatiye.

Li gorî raporta UKMTOyê, keştiyeke barhilgir di demeke kurt de du caran hat armancgirtin. Ji ber van êrîşan, li beşê paşîn ê keştiyê agir derket. Hate ragihandin ku piştî êrîşê, Hêza Deryayî ya Pakistanê demildest gihîştiye cihê bûyerê û ji bo alîkarî û parastina keştiyê, destwerdan kiriye.

Piştî destpêkirina şerê Xezzeyê û zêdebûna rageşiya li gel Îranê, ewlehiya deryayî li navçeyê ketiye bin metrsiyeke mezin. Heta niha zêdetirî 100 êrîşî ser keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor, Kendava Aden û Kendava Omanê hatine kirin.

Brîtanya yek ji wan welatan e ku keştiyên wê yên cengî û bazirganî herî zêde bi gefan re rû bi rû dimînin. Nemaze li Deryaya Sor û Kendava Adenê, Hûsiyan gelek caran êrîşî keştiyên ku xwediyên wan Brîtanî ne, kirine.

Tengava Hurmizê ku di bin kontrola hêzên deryayî yên Îranê de ye, wekî xaleke stratejîk û metirsîdar tê dîtin. Beriya niha jî gelek keştiyên bazirganî yên Brîtanya û welatên Rojavayî li vê navçeyê ji aliyê Îranê ve hatibûn desteserkirin an jî bi dronan hatibûn armancgirtin.