Îran: Zirarên şer 270 milyar dolar in

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Hikûmeta Îranê ragihand ku, li gorî nirxandinên destpêkê, zirarên wêranker ên şerê niha gihîştine 270 milyar dolaran. Çavkaniyên dîplomatîk jî eşkere kiriye ku, biryar e di dawiya vê hefteyê de şandên Amerîka û Îranê vegerin Îslamabadê da ku dest bi danûstandinên aştiyê bikin beriya ku dema agirbestê bi dawî bibe.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Koçeranî îro (Sêşem, 14ê Nîsana 2026ê) ji ajansa "Ria Novosti"yê ya Rûsî re ragihand ku, xemilandina destpêkê ji bo zirarên şerê niha 270 milyar dolar in, lê tekez jî kir ku ev hejmar ne ya dawiyê ye û dibe ku guhertin bi ser de bên.

Fatîme Koçeranî amaje bi wê yekê jî kir ku, mijara qerebûkirina şer yek ji mijarên sereke yên tîma danûstandinan a welatê wê ye û di danûstandinên berê yên Îslamabadê de jî hatiye pêşkêşkirin.

Ajansa Reutersê ji çar çavkaniyên haydar belav kiriye ku, şandên danûstandinan ên Amerîka û Îranê biryar e di dawiya vê hefteyê de vegerin paytexta Pakistanê.

Ev bizava nû piştî wê yekê tê ku gera yekê ya danûstandinan, ku 21 saetan di navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf de berdewam kiribû, bêyî lihevkirin bi dawî bûbû.

Pakistanê pêşniyar kiriye ku beriya 21ê Nîsanê, ku roja bidawîhatina agirbesta duhefteyî ye, mêvandariya gereke din a danûstandinan bike. Berpirsên Pakistanê dibêjin ku, ev pêvajo parek ji dîplomasiyeke berdewam e û şikestina hefteya borî nayê wateya bidawîhatina bizavan.