Trump: Em bîr li dirêjkirina agirbestê nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew bîr nabe ku agirbesta bi Îranê re dirêj bike. Trump herwiha pêşbînî kir, di nava du rojên bê de dê pêşhatên mezin û li navçeyê rû bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kanala "ABC News" re diyar kir, plana wî ya ji bo dirêjkirina agirbestê tune ye û got: "Bi egereke mezin dê pêwîstiya me bi dirêjkirina agirbestê nebe." Ev daxuyaniyên wî di demekê de ne ku şandeyên her du welatan li Pakistanê ji bo peymaneke nû di nav danûstandinan de ne.
Trump bal kişand ser çend rojên pêş û destnîşan kir: "Ez bawer dikim ku di nav du rojên bê de, bi rûdanan dagirtî bin; bi rastî ez wisa dibînim." Serokê Amerîkayê tekez kir jî, gihîştina bi rêkeftinekê ji bo Tehranê baştirîn bijarde ye, da ku bikaribin welatê xwe ji nû ve ava bikin.
Trump herwiha destnîşan kir ku guhertinek di nav desthilata Îranê de çêbûye û got: "Niha ew rejîmeke cuda ne. Çi dibe bila bibe, me 'radîkal' jinav birin; ew êdî çûn û di nav me de nemane." Di dawiya axaftina xwe de, Donald Trump pesnê siyaseta xwe da û got: "Heke ez ne serok bama, niha cîhan parçe parçe bûbû."