Sirri Sakik: Divê Tirkiye jenosîda li dijî Kurdan nas bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, ji bo naskirina komkujiyên li dijî Kurdan wekî "jenosîd", pêşniyazyasayek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir. Sakik bang kir ku Tirkiye wekî Bosna û Filistînê, êşa Kurdan jî nas bike.
Parlamenterê Agirî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) Sirri Sakik di gotara xwe ya li parlamentoyê de bal kişand ser dîroka sed salî ya êşên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê. Sakik destnîşan kir, beriya 38 salan li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Sedam Huseyn ve di nava sê salan de nêzîkî 200 hezar Kurd hatin qirkirin.
Sakik di daxuyaniya xwe de got: "Tirkiye jenosîdên li Bosna û Filistînê çawa nas dike, divê bi heman awayî nêzîkî êşên gelê Kurd jî bibe. Duh min pêşniyaz-yasayek amade kir û pêşkêşî vê parlamentoyê kir. Divê ev parlamento komkujiya li dijî birayên me wekî jenosîd bibîne."
Sakik bal kişand ser giringiya jiyana hevbeş û wiha berdewam kir: "Heke biryar be em bi hev re bijîn û bi hev re maf û hiqûqekê ava bikin, divê êşa Kurdan bibe êşa vî parlamentoyî jî."
Sirri Sakik tekez kir, naskirina van karesatan ji bo dadperwerî û aştiya navxweyî gaveke giring e.