Rêbiwar Teha dest ji posta Parêzgarê Kerkûkê dikişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 hûrgiliyên rêkeftina navbera Bafil Talebanî, Mihemed Helbûsî û Reyan Kildanî yên ji bo pêdana posta parêzgarê Kerkûkê bi pêkhateya Turkmenan aşkere dike. Ji bo radestkirina vî postî, sibe Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civîneke bilez lidar dixe û Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê dest bi kar dibe.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro 15ê Nîsana 2026an, bi hejmara m/232 belgeyeke bilez derbarê civîna encûmenê belav kiriye û biryar e civîn sibe saet 12:00an bi rêve biçe.
Li gorî rojeva civîna sibe ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbiwar Teha Mistefa dest ji kar dikişîne û Mihemed Seman wekî parêzgarê nû dest bi kar dibe.
Li gorî dûvçûnên Kurdistan24ê, Bafil Talebanî li gel Helbûsî û Kildanî li hev kiriye ku posta parêzgarê Kerkûkê ji Rêbwar Teha were girtin û bi Mihemed Seman ê ku Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê ye, were dayîn. Seman dê heta heft mehan parêzgarê Kerkûkê be û piştî wê post dê ji kesekî Erebê Sunne re were dayîn; heta hilbijartinên pêş ên encûmena parêzgehan posta parêzgariya Kerkûkê di destê Erebên Sunne de dimîne.
Li beramberî pêdana posta parêzgar bi Turkmen û Erebên Sunne, Bafil Talebanî daxwaza posta cîgirê parêzgar, fermandeyê polîsên Kerkûkê û qeymeqamên Dubiz û Daqûqê kiriye.
Ev rêkeftin ji bo serkeftina namzedê Yekîtiyê (YNK) di posta Serokkomariya Iraqê de hatiye kirin. Bafil Talebanî ev rêkeftin li gel Mihemed Helbûsî, Qeys Xezelî û Reyan Kildanî kiriye. Raja 11ê vê mehê, di civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Iraqê, rêkeftin hate cîbicîkirin; her du endamên Turkmen ên Parlamentoya Iraqê dengê xwe dan Nizar Amêdî. Niha top ketiye qada YNKê û divê rêkeftina xwe ya ji bo radestkirina posta parêzgarê Kerkûkê cîbicî bike.
Herwiha du rojan piştî civîna parlamentoyê û hilbijartina Serokkomar, di 13ê vê mehê de, Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê Mihemed Seman li Bexdayê serdana Bafil Talebanî kiriye. Seman li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî Facebookê, wêneya pêşwaziya ji aliyê Bafil Talebanî ve belav kiriye û nivîsiye: "Me derbarê birêkxistina peywendiyan û hevahengiya di navbera hêzên nîştimanî de gotûbêj kirin."
Her çiqas piştî rêkeftin û civîna "Hotel Reşîd" a li Bexdayê di 10ê Tebaxa 2024an de – ku di navbera çar aliyên siyasî Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, Tevgera Babîlyon bi serokatiya Reyan Kildanî û Partiya Teqedum bi serokatiya Mihemed Helbûsî de pêk hatibû– YNKê red dikir ku posta parêzgarê Kerkûkê radestî ti kes û aliyekî bike, lê ev rêkeftin hatiye kirin û tê cîbicîkirin. Hinek di wê baweriyê de ne ku ynkê bi vê rêkeftinê, dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê asayî bike. Piştî civîna Hotel Reşîd, zêdetirî salekê ye encûmen nehatibû ser hev, lê sibe encûmen ji bo standina posta parêzgar ji Kurdan, dicive.