Trump: Ez dê Tengava Hurmizê vekim û Çîn êdî çekan bo Îranê naşîne

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke nû de ragihand ku, wî biryar daye Tengava Hurmizê bi awayekî herdemî li ber keştiyvaniyê veke. Trump amaje bi wê yekê jî kir ku, ev pêngav di berjewendiya Çînê û hemî cîhanê de ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de, ku li platforma "Truth Social"ê belav kiriye, ragihand ku Çîn li ser wê yekê razî bûye ku êdî tu cûnên çekan ji bo Îranê naşîne. Herwesa got: "Çîn pir dilxweş e ku ez dê Tengava Hurmizê bi awayekî herdemî vekim; ez vê yekê ji bo wan û ji bo hemî cîhanê jî dikim."

Serokê Amerîkayê di derheqa peywendiyên herdu welatan de amaje bi wê yekê kir ku, peywendiyên wî ligel Serokê Çînê pir baş in û biryar e ku di çend hefteyên bê de serdana wî welatî bike. Trump bi awayê xwe yê taybet gotiye: "Dema ez digihîjim wê derê, Serok Xi Jinping dê bi germî min hembêza bike; em pir bi zîrekî bi hev re kar dikin."

Trump di pareke din a peyama xwe de jî tekez kir ku, karkirina hevpar ji şerkirinê pir çêtir e. Di eynî demê hişyariyeke tund jî da û ragihand: "Bila li bîra we be, heke em neçar bimînin, em di şerkirinê de pir jêhatî ne û ji her kesekî din çêtir in."

Ev ragihandina Serokê Amerîkayê nîşaneke zelal e ji bo kêmbûna aloziyan li devera Kendavê û gihîştina bi hevfêmkirineke nû di navbera Amerîka û Çînê de, bi taybetî li ser pirsa Îranê û ewlehiya enerjiyê li cîhanê.