Fraksiyona PDKê: Em dest ji mafên neteweyî yên Kerkûkê bernadin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de boykotkirina civîna sibe ya wê encûmenê ragihand û tekez kir ku, ew amade nînin bibin parek ji tu lihevkirinekê ku li derveyî îradeya rastîn a xelkê Kerkûkê be û di "jûrên tarî" de hatibe kirin.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya fermî li ser tevlînebûna di civîna roja 16ê Nîsanê de eşkere kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin: "Em wek Fraksiyona PDKê civîna sibe ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê boykot dikin. Ev biryar ne tenê helwesteke siyasî ya demkî ye, belkî berdewamiya helwestên neteweyî û neguher ên partiya me ye, mîna boykotkirina civîna Hotêla Reşîdê."

Fraksiyona PDKê tekez jî kir: "Baweriya me ya tam heye ku biryardan li ser çarenivîsa Kerkûkê di jûrên tarî de û bêyî vegeriyana ji bo îradeya rastîn a nûnerên rewa zirareke mezin digihîne pêkvejiyanê û destkeftiyên neteweyî."

Amaje bi wê yekê jî kir ku, ev boykot nîşana dûrbîniya wan a siyasî û pabendbûna bi rêbaza pîroz a Barzanî ye. Tekez jî kir ku, PDK amade nîne ku bibe parek ji pêvajoyekê ku tê de nûnerên rastîn ên xelkî bên piştguhkirin û biryar li derveyî îradeya xelkî bên sepandin.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de hatiye gotin: "Partiya Demokrat a Kurdistanê wek her dem amade ye baca Kurdînî û helwestên xwe yên neteweyî bide û qet destan ji mafên rewa bernade. Wergirtina post û pileyan ji bo me tu nirxek nîne, heke bihayê wê 'paşkoyî' û bêdengbûna li beranberî mafên gelê me be."

Fraksiyona PDKê tekez jî kir ku, ew dê wek sîwana komker a hemî pêkhateyên Kerkûkê bimînin û tenê piştgiriya wan tebayî û lihevkirinan dikin ên ku mafên her kesekî bi awayekî dadperwerane diparêzin û kerameta welatiyên Kerkûkê dixin ser her berjewendiyeke din.