Asayîşa Herêma Kurdistanê: Îro bi dronê êrîşî kampa penaberan li Dêgeleyê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku, îro êrîşeke bi dronan li ser kampa penaberan li Dêgeleyê hat kirin, lê tu zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) amara êrişên bi dronan ên 24 saetên dawiyê ragihand.

Li gorî wê daxuyaniyê, îro saet 14:16 êrişeke bi dronan li ser kampa penaberan li nahiyeya Şorişê (Dêgeleyê) hat kirin, lê tu zirarên canî nebûn.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku, duhî saet 17:15 êrişeke bi dronan li ser kampa penaberan li bajarê Koyeyê hatibû kirin.

Her di wê demê de sê êrişên bi dronan li ser kampa penaberan li Sûrdaşê jî hatibûn kirin, ku di encamê de kesek şehîd bû û du kesên din jî birîndar bûn.