CENTCOM: Me rê li ber keştiyeke Îranê girt ku dixwest dorpêçê bişkîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand; wan keştiyeke Îranê ku hewl dabû ji dorpêça li ser Tengava Hurmizê bireve, vegerandine.
CENTCOMê îro Pêncşemê 16ê Nîsanê daxuyaniyek li ser platforma X hat belav kirin, hat diyarkirin ku duh keştiyeke barhilgir a Îranî ji bendera Bender Ebbas derketin û hewl dabû bi dirêjahiya beravên Îranê re derbas bibe û dorpêçê bişkîne. Lê belê keştiya şer a moşekhavêj (USS Spruance) karî rê li ber bigire û arasteya wê biguherîne.
Her li gorî zanyariyên Fermandariya CENTCOMê, ji destpêka dorpêçê ve ku roja Duşemê dest pê kiriye, heta niha 10 keştî hatine vegerandin û ti keştiyê nekariye dorpêçê bişkîne.
Ev yek piştî wê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwaribû ku her keştiyek nêzîkî devera dorpêçkirî bibe, dê demildest were jinavbirin.
Li aliyê din, Komara Îslamî ya Îranê bi tundî ev gav red kir û Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Bilind Muhsin Rezayî ragihand; welatê wan rê nade ku dorpêç were sepandin û şiyana wan a mezin a berxwedanê heye.