Desteya Jîngehê: Hewlêr yek ji bajarên paqij e

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya Roja Jîngeha Kurdistanê, Desteya Jîngehê ragihand, bi saya projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem, kalîteya keşûhewaya Hewlêrê bi awayekî berçav baştir bûye.

Berdevkê Desteya Jîngehê Sen’an Ebdullah Îro 16ê Nîsanê ji Kurdistan24ê re ragihand, parastina jîngehê di karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di rêza pêşîn de ye. Ebdullah destnîşan kir, "Projeya Ronakî" şoreşek di jîngeha Hewlêrê de kiriye û got: "Hewlêra ku berê di lîsta bajarên herî pîs ên cîhanê de bû, niha bi saya rêkarên nû ji wê lîsteyê derketiye û asta pakiya keşûhewayê tê de pir bilind bûye."

Di çarçoveya çaksaziyên jîngehî de, hikûmetê hemû parzûngehên ku mercên jîngehî binpê dikirin, girtine. Herwiha ji bo kêmkirina gazên jehrî, hikûmet welatiyan handana hawerdekirina otomobîlên elektrîkî û hîbrîd dike.

Sen’an Ebdullah her wiha diyar kir, ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê, çêkirina bendav û pondan berdewam e. Armanca sereke ew e ku rêjeya kesatiyê li Hewlêrê bigihîjin asta 25% û pîvanên cîhanî.

Projeyên rîsayklîngê (veguherandin) jî beşeke giring a vê stratejiyê ne. Niha li Herêmê qîr û karton tên rîsayklîngkirin. Herwiha projeya "Ava Giran" gava herî mezin e ku tê de ava paşmayî (kanalîzasyon) tê parzûnkirin û ji bo avdana park û baxçeyan tê bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Fermangeha Jîngeha Hewlêrê Dilşad Hîranî tekez kir, biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo paqijragirtina jîngehê, bandoreke sedî sed kiriye û hewldanên wan ji bo jîngeheke saxlemtir berdewam in.