Mehmûd Mihemed: PDKê gelek qurbanî ji bo Kerkûkê dane

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê PDKê eşkere kir ku, rewşa niha ya Kerkûkê berdewamiya sefeqatên Hotêla Reşîdê ye, herwesa helwesta PDKê ron û eşkere ye û li dijî wan sefeqatan bûye.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro (Pêncşem, 16ê Nîsana 2026ê) ragehandinek belav kir û tê de got: "Em wek PDK her tim piştgiriyê didin mafê pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê."

Berdevkê PDKê herwesa ragihand: "Em bi hemî eşkere yî ve radigihînin ku, tenahî û pêşkeftina welatê me bi dabînkirina mafên rewa yên tevahiya pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî ve girêdayî ye. Herwesa baweriya me jî wesa ye ku, Kerkûk navenda pêkvejiyana tevahiya pêkhateyên xwe ye."

Mehmûd Mihemed di pareke din a wê ragehandinê de jî got: "Helwesta partiya me ron û eşkere ye û em li dijî wan sefeqatan bûn, ku li derveyî niyeta baş li Hotêla Reşîdê û bêyî tevlîbûna aliyên siyasî yên ku nûnertiya xelkê xweragir ê Kerkûkê dikir li ser wî bajarê xweşevî hatin sepandin. Ev rewşa niha jî encam û berdewamiya wan sefeqatan e!"

Navbirî tekez jî kir: "Me wek Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo Kerkûkê wekî nîştiman û ji bo xelkê wê yê ezîz gelek qurbanî dane û hemî helwest û bizavên me ji bo serbilindî û bextewariya wan bûne."

Berdevkê PDKê tekez jî kir: “Em dê ligel wan biryar û raspardeyan bin ên ku bi hevpariya hemî aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyan bên dan.”