Kerkûk; hûrguliyên lihevkirina nû ya navbera aliyan eşkere dibin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li beramberî destberdana ji posta Parêzgarê Kerkûkê gelek postên hestiyar û xwedî deselat wekî Cîgirê Yekê yê Parêzgar, qeymeqamiya qezayên sereke û postên ewlehiyê yên wê parêzgehê werdigire; ev jî li gorî lihevkirina ligel aliyên Tirkmen û Ereb.

Li gorî wan zanyarên ku bi dest Kurdistan24ê ketine, hevkêşeya siyasî li parêzgeha Kerkûkê ber bi yekalîkirinê ve diçe û aliyên sereke li ser parvekirineke nû ya kargêrî nêzîk bûne.

Li gorî lihevkirinên nû, "Eniya Tirkmenî" û "Kutleya Erebî" soz daye Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku posta Cîgirê Yekê yê Parêzgarê Kerkûkê ji bo Kurdan (YNK) be, bi şertekî ku ew post xwedî deselateke berfireh û bibiryar be, bi taybetî di birêvebirina karûbarên taxên Kurdî de.

Li beramberî vê pêngavê jî, tê çaverêkirin ku hinekî din Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Mihemed Seman wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê bê destnîşankirin.

Li gorî zanyaran, pişkên YNKê di vê lihevkirinê de ev in:

- Rêbiwar Teha ji bo posta Cîgirê Yekê yê Parêzgarê Kerkûkê.

- Avêsta Mihemed ji bo posta Qeymeqama Navendî yê Kerkûkê.

- Ednan Hisên ji bo posta Qeymeqamê qezaya Daqûqê.

Ev werçerxana siyasî di demekê de ye ku, cadeya Kerkûkê bi hişyarî ve li benda bidawîanîna wê valahiya îdarî ye ku ev demeke dirêj e bi ser dezgehên wê parêzgehê de zal e.

Li roja 10ê Tebaxa 2024ê, pêvajoya hilbijartina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li Hotêla Reşîdê ya bajarê Bexdayê hatibû yekalîkirin.

Ev pêngav jî bi rêya Hevpeymaniya di navbera "Frakksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê", "parek ji nûnerên pêkhateya Erebî" û "nûnerê Tevgera Babilyonê" de hatibû kirin, di amadenebûna her yek ji "Partiya Demokrat a Kurdistanê", "Eniya Tirkmenî" û Hevpeymaniya Erebî de.